Hefter û Salih rewşa li Lîbya nîqaş kirin

Fermandarê giştî yê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê Meclisa Parlamenteran Eqîle Salih ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn ên li Lîbyayê li hev civiyan.

Fermandariya giştî yê hêzên çekdar bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê Facebookê weşand, ragihand ku Salih şevê din fermandarê giştî yê artêşê di mala xwe ya li bajarê El-Qebe yê rojhilatê Lîbyayê de pêşwazî kir.

Berdevkê Meclisa Parlamenteran Ebdullah Bilhîq got, di hevdîtinê de geşedanên dawîn ên li welêt hatin nîqaşkirin.

Di demekê de ku aliyên navneteweyî ji bo lezkirina vekirina rêya beravê û betalkirina serdana serokê hikumetê Ebdulhemîd El-Debîbe ji Benxazî re, hevdîtina Eqîle û Hefter pêk hat.

Li gorî beşek ji aliyên welat, hevalbendiyeke nû di navbera Hefter û Salih de ji ber zêdebûna nakokiyan di navbera Ebdulhemîd El-Debîbe û Hefter de ye.

Hefter mercekê datîne ku divê hikumet civînên xwe li herêmên ku hêzên wan diparêzin, bi taybet li bajarê Benxazî, li dar bixe.

Back to top button