Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li herêmê 15 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 130 kesên din bi vîrûsê ketine, jî 83 mêr in û 47 jin.
Ciwan Mistefa da zanîn ku 9 kesên ku berê bi Coronayê ketibûn jî, baş bûne.
Heta niha li herêmê 15 hezar û 963 kes bi Coronayê ketine, ji wan 593 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 629 kes baş bûne.
Li Minbicê pakêtên xwarinê li malbatan hatin belav kirin
Li aliyê din îro bi însiyatîfa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Komîteya Kar û Barên Civakî ya Minbicê pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar û yên ji ber qedexeyê zirar dîtine, hatin belav kirin.
Komînên taxan, lîsteya navên malbatan amade kir û radestî Komîteya Kar û Barên Civakî kir. Komîteyê li ser wê dest bi belavkirinê kir.
Endamê Nivîsgeha Serjimariyê û Lêkolînan a Komîteya Kar û Barên Civakî Îbrahîm El-Mistefa got, hezar û 500 pakêtan li bajar û gundewaran belav dikin.