Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di çalakiyên ji bo 1’ê Gulanê de zêdetirî 30 kes hatin binçavkirin

Bi boneya 1’ê Gulanê her wiha li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakî hatin lidarxistin, di êrîşên rêjîmê de jî zêdetirî 30 kes hatin binçavkirin.

Li gorî malpera ‘Yekitiya Azadiya Karkerên Îranê’ li Tehrana paytext dema karkeran li ber avahiya Wezareta Kar kom bûn, hêzên rejimê êrîşê karkeran kirin û herî kêm 30 kes binçav kirin.

Bi heman armancê li bajarên din ên Îranê yên wek Esfehan, Tebrîz, Reşt, Meşhed, Kerec, Şuş, Heft Tepe û Erak çalakî hatin lidarxistin.

Li Rojhilatê Kurdsitanê jî li bajarên Kirmaşan, Sine, Xurmawe û Merîwanê jî çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de hejmarek ji çalakvan û karkeran hatin binçavkirn.

Beriya du rojna hêzên rejima Îranê bi riya ragihandinê gef li endamên Yekitiya Azad a Karkerên Îranê xwaribû ku bi boneya 1’ê Gulanê ti çalakiyek li dar nexin.

Di rojên borî de bi dehan rêxistinên karkeran yên Îranê jî banga tevlîbûna çalakiyên 1’ê Gulanê li karkeran kiribûn.

Back to top button