Çalakiya greva birçîbûnê di roja 156’an de bi biryardariyeke mezin didome

Çalakiya greva birçîbûnê a li zîndanên dewleta Tirk ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi biryardariyeke mezin di roja 156’an de didome.
Jinên Amedê jî tecrîda li ser Rêber APO şermezar kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber APO û bi dawîkirina binpêkirinên mafan li girtîgehan, bi biryardarî didome.

Çalakiya girtiyan bi dewrgirtina koma 32’yemîn di roja 156’an de ye.

Her wiha çalakiya li Mexmûrê jî di roja 135’an de didome.

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 118’an roj in dewame.

”Ji bo rakirina tecrîdê wê jin bibin pêşeng”

Xizmên girtiyan û partiyên siyasî jî bi armanca piştgiriya greva birçîbûnê li girtîgehan, banga piştgiriyê dikin.

Jinên Amedê jî tecrîda li ser rêber APO şermezar kirin û diyar kirin ku wê jin ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bibin pêşeng.

Rêvebera DBP’ê a Amedê Hasîbe Yazlik bi lêv kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha pê de çû:

Ji ber Ewropa tecrîdê wek îşkence dibîne îmze avêtiye. Lê îmzeya Ewropayê avêtiye tenê li ser kaxizê maye.

Li girtîgehan qanûn tên binpêkirin, di kesayeta birêz Ocalan de li ser hemû civakê tecrîd pêk tê.

Sedema zext û girtinan, serhildana li dijî hikûmetê ye, ez bawer dikim ku wê tecrîd bi pêşengiya jinan bê şikandin.

Hevjîna girtiyê bi navê Ramazan Tanri-verdî yê li girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Amedê dimîne Hanim Tanri-verdî grevên hatine destpêkirin silav kir û da zanîn ku 30 sal in hevjînê wê girtiye.

Back to top button