PKK: Xeta mizgîn û karasunguran wê dagirkeriya Tirk têk bibe

Komîteya Rêveber a PKK’ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û diyar kir ku gerîla li ser xeta Mizgîn û Karasunguran wê teqez sala 45’an bixe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Komîteyê diyar kir ku wê têkçûna dagirkeriya faşîst-qirker ji Zap û Zagrosê dest pê bike û ji ser tevahiya Kurdistanê bê avêtin.

Meha Gulanê meha şehîdan e û sala 2021’ê, em derbasî sala wê ya 45’mîn dibin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî şehîdên meha Gulanê daxuyaniyek da.

PKK’ê di şexsê Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Hakî Karer Azad Sîser, Çektar Amed, Şîrîn Elemhûlî Hozan Mizgîn ,Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got:

“Di salvegera 44’an a şehadeta şoreşgerê mezin hevrê Hakî Karer de ku meha Gulanê kiriye meha şehîdan, wî bi rêzdar, minetdarî û hezkirineke mezin bi bîr tînin.

Rêber Apo ku ji bo gelê Kurd û mirovahiya azad Artêşa Şehîdan a Şoreşger afirand û berxwedana dîrokî ya Îmraliyê bi rêzdarî silav dikin”.

PKK’ê her wiha anî ziman ku ew gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger-demokratîk pîroz dikin, ku artêşeke şehîdan afirandine, malbatên şehîdan û xizmên wan hemûyan silav dikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê bang li gelê xwe yê welatparêz, jin û ciwanan, dostên xwe yên şoreşger û demokratîk kir ku li ser xeta Rêbertî û şehîdan ji bo azadiyê hîn bi xurtî şer bikin.

Komîteyê bal kişand li ser berxwedana gerîla ya li Metîna, Zap, Avaşîn, Heftanînê û diyar kir ku ala ku hevrê Mehmet Karasûngûr li van deveran hilda, hîn bêhtir li ba ye.

Komîteyê da zanîn, gerîla li ser xeta Mizgîn û Karasunguran wê teqez sala 45’an bixe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Komîteya Rêveber a PKK’ê got:

“Wê têkçûna dagirkeriya faşîst-qirker ji Zap û Zagrosê dest pê bike û ji ser tevahiya Kurdistanê bê avêtin.

Gerîlayên me û gelê me, di meha şehîdan de wê bi ruh, hişmendî û vîna şehîdên me yên leheng li ber xwe bidin, faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û dagirkeriyê bi dawî bikin, teqez qezenç bikin.

Back to top button