Gundê Semoqan û Bendava herêma Şehbayê ji aliyê artêşa dewleta Tirk hatin topbarankirin.
Dagirkeriyê di saetên şeva borî de, gundê Semoqa û Bendava Şehbayê bi doşkayê topbaran kirin.
Artêşa dagirker û komikên xwe yên çete her wiha sibehê jî, ji bejahî ve û bi çekên giran êrîşî gundên Meyasê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî, kirin.
Ev êrîş hemwextî topbarana wê ya li ser Birc Qasê a heman navçeyê rû da.