Li bajarê Qemê yê başûrê Tehranê ji ber rûdana şewatekê, 6 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, agir bi dezgeha Şokhiye ya berhemên kîmyewî ket û di encama wê de, 6 kes birîndar bûn û ziyaneke mezin gihîşte gelek kargehên li derdorê.
Tîmên agirkujê ji bo vemirandina êgir, berê xwe da depoyên elkohl û madeyên din.
Tîman karî rewşê kontrol bikin, lê ji ber gurbûna zêde ya êgir, erebeyek şewitî û ajokarê wê bi giranî birîndar bû.