Dewleta Tirk 38 sal in êrîşî Başûrê Kurdistanê dike

Dewleta Tirk ji sala 1983’an de bê navber êrîşî başûrê Kurdistanê dike. Ji ber van êrîşan heta niha bi dehan sivîl şehîd bûne. Îro jî dewleta Tirk van êrîşan didomîne û hewl dide başûr dagir bike.

Dewleta Tirk a dagirker 38 sal in êrîşî başûrê Kurdistanê dike.

Di van êrîşan de bi deh hezaran leşker, balafirên şer, helikopter û tank û top bikaranîne.

Hêzên navnetewî, yên herêmî û her wiha paşverûtiya Kurd jî piştgirî dan van êrîşan.

Artêşa Tirk yekemîn car bi 10 hezar leşker di 25’ê Gulana 1983’an de li herêma di navbera Zaxo û Amêdiyê êrîş destpêkir.

Di 27’ê Gulana 1984’an de bi 5 hezar leşker êrîşek hat destpêkirin. Armanca vê êrîşê ev bû ku şervanên azadiya Kurdistanê sînor derbas nekin.

Di 3’ê Adara 1987’an de 30 balefirên şer baregehên gerîlayan bombebaran kir.

Hêzên dewleta Tirk 5’ê Tebaxa 1991’ê dest bi êrişa destpêkê ya dagirkeriyê ya salên 1990’î kir.

12’ê Cotmeha 1992’an artêşa Tirk, tevî hêzên paşverû yên başûr li dijî Heftenîn, Zap û Xakurkê dest bi êrîşê kirin. Ev êrîş weke ‘Şerê Başûr ê Mezin’ hat bi nav kirin.

Artêşa Tirk 28’ê Çile ya 1994’an bi zêdeyî 50 balafirên şer li dijî qada Zelê ya Qendîlê êrîşeke berfirek pêk anî.

21’ê Adarê 1995’an bi tevlêbûna 35 hezar leşker êrîşek berfireh pêk hat.

14’ê Gulana 1997’an bi tevlêbûna 50 hezar leşker li dijî Herêma Zapê êrîşek berfireh hat kirin. Di vî şerî de helîkoptera ku 11 leşkerên payebilind tê de bûn hat xistin.

Artêşa Tirk di navbera 25’ê Îlonê-15’ê Cotmeha 1997’an de bi 10 hezar leşker û bi piştgiriya PDK’ê li dijî Xakûrkê dest bi êrîşeke din kir.

Artêşa Tirk 4’ê Gulana 2000’î bi piştgiriya PDK’ê êrîşî Heftenînê kir.

Balafirên şer ên dewleta Tirk 15’ê Tebaxa 2000’î herêma Kendakola bombebaran kirin û di encamê de 30 sivîl hatin qetilkirin.

16’ê Kanûna 2007’an 50 balafirên şer herêmên parastinê yên medyayê bombebarankirin.

Artêşa Tirk 21’ê Sibata 2008’an bi tevlîbûna 10 hezar leşker û 20 balafirên şer êrîşî herêma Zapê kir. Gerîla bersiva tund da vê êrîşê û 125 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Piştî ku dewleta Tirk plana çokdanînê ya di cotmeha 2014’an de xist meriyetê 24’ê Tîrmeha 2015’an Qandîl, Metîna, Heftanîn, Avaşîn, Xakurkê, Xinêrê û Garê bi 50 balafirên şer bombebarankirin.

Artêşa Tirk 14’ê Kanûna 2017’an kete nava xaka başûr heta bi 30 km dagir kir.

2017-2018’an di êrîşên dewleta Tirk de bi kêmanî 30 sivîl şehîd bûn.

14-15’ê Hezîrana 2020’an artêşa Tirk di çarçoveya plana tunekirinê de êrîşeke berfireh bir ser herêma Heftanînê. Gerîla di çarçoveya Cenga Heftenînê de bersiva êrîşan da.

10’ê Sibata 2021’an artêşa Tirk bi 41 balafirên şer, û helîkoptêran êrîş bire ser Garê. Gerîla bersiveke tund da dagirkeran û 37 leşkerên Tirk hatin kuştin. Di şerê Garê de artêşa dagirker 12 leşkerên xwe yên di destê HPG’ê de jî kuştin.

Herî dawî jî dewleta dagirker 23’yê Nîsanê êrîş bire ser Zap, Metîna û Avaşînê. Niha li van herêman şer bi dijwarî dewam dike.

Di encama van êrîş û operasyonên 38 salan yên li dijî başûrê Kurdistanê de dewleta Tirk ti encamek negirt û her carê derbên giran xwar û vekişiya.

Back to top button