Metirsiya malbatên DAIŞ’ê yên li Kampê Holê

Rêxistina Hiqûqî Reprieve nexwedîderketina Brîtaniya ya li welatiyên xwe yên li Kampê Holê rexne kir û da zanîn ku hikumeta Brîtanî bi awayekî sîstematîk wan ji mafên wan bêpar dike.

Rêxistina ne hikûmî Reprieve, nexwedîderketina Brîtaniya ya li welatiyên xwe yên li Kampê Holê û newergirtina wan, şermezar kir.

Hîna bi deh-hezaran jin û zarokên biyanî li Kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî têne jibîrkirin bi taybet ên li kampa Holê.

Piranî welatên derve destê xwe ji welatiyên xwe yên li kampa navborî şûştine û bi fermî wergirtina wan jî red dikin.

Ev yek çareserkirina dosya malbatên DAIŞ’î bi girêktir dike, nexasim ku ev malbatên li kampa Holê bombeyek li ber teqînê ne.

Tenê Rêveberiya Xweser barê van DAIŞ’iyan hilgirtiya ser milê xwe di wextekê de ku ev malbat zarokên xwe li ser idiyojiya xwe ya tundrew perwerde dikin.

Lewra, Asayîşê 28ê Adarê li kampa Holê dest bi Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kir û tê de bi dehan çeteyên şaneyên DAIŞ’Ê girtin.

Lê Fermandariya QSD’ê da zanîn ku operasyona Holê têra têkbirina fikirê DAIŞê yê turdraw nake, divê civaka navneteweyî erka xwe pêk bîne.

Rêxistina hiqûqî Reprieve, bi vê rapora xwe şewq avêt ser rewşa malbatên DAIŞ’î yên Brîtanî, tê de destnîşan kir ku hin jinên ji Sûriyê hatine veguhestin ji aliyê DAIŞ’ê ve destdirêjî li wan hatiye kirin.

Rêxistina Reprieve: Jinên Brîtanî ji sedî 63 bi darê zorê çûne Sûriyê

Rêxistina Reprieve di rapora xwe de diyar kir ku li herêmê 25 jin û 34 zarok hene û ji sedî 63 bi darê zorê ji bo Sûriyê hatine şandin.

Rêxistina hiqûqî hikûmeta Brîtanî tawanbar kir ku ew bi awayekî sîsetmatîk jin û zarok ji nasnameyê bêpar dike û wan wernagire.

“Brîtaniya pabendî parastina welatiyên xwe yên li Kampa Holê nabe”

Di vê çarçoveyê de, nûnera NY ya bi van dosyayan erkdar e Siobhan Mullali, anî ziman ku Brîtaniya pabendî parastina welatiyên xwe yên li Kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî nabe.

Birîtaniya: Em ji vegera welatiyên xwe bitirs in

Tevî ku berî niha DYA bang li hevalbendên xwe yên Ewropayê kir ku wê aloziyê çareser bikin, lê Hikûmeta Brîtaniyayê xwe ji berpirsyartiyê da alî û vegera welatiyan weke gef û metirîsekê bi nav kir.

Back to top button