Cebhet El-Ekrad banga bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê kir

Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad diyar kir ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê yên dagirkerî veguheziye hêlîna teroristan û ev jî dibe sedema ku çarseriya aloziya Sûriyê ne pêkan be.

Fermandariyê têkildarî binpêkirin û sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî Efrîn, Cerablus, Ezaz, Bab, Idlib, Serê Kanî û Girê Spî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi çekên NATO êrîşî herêmên navborî kir û li wir sûcên şer dike. Di heman demê de, guhertina demografî pêk tîne û avê ji ser herêmên sivîl qut dike.

Fermandariya Cebhet El-Ekrad soza domandina têkoşînê da û bang li civaka navdewletî kir ku li gorî qanûnên navdewletî tev bigerin û zextê li dewleta Tirk bikin ku dawî li dagirkeriya xwe bîne.

Back to top button