Mihemed Sadiq El-Isêdî: Tirkiye binketina xwe ya leşkerî dinixumîn

Berdevkê Rûspiyên Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî diyar kir ku dewleta Tirk da ku şikestana xwe ya di warê leşkerî de binixumîne, dest bi sûcan kiriye û rêjeya ava Firatê kêm kiriye.
El-Isêdî banga yekîtiyê li gelên Sûriyê kir û ji civaka navdewletê û rêxistinên mirovî xwest ku bilez destwerdanê bikin.

Ji 27’ê Çileya derbasbûyî ve dewleta Tirk a dagirker rêjeya para Sûriyê ya ji ava çemê Firatê kêm kiriye.

Di encamê kêmkirina avê de, saetên dayîna kehrebê kêm bûne, zirar gihaşt qada çandiniyê û gelek aliyên din jî zirar dîtine.

Der barê mijarê de, Berdevkê Rûspiyên Bajarê Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî axivî û got:

Neyekîtiya Sûriyê hişt ku dewleta Tirk bi van sûcan rabe û da ku têkçûna xwe ya di warê leşkerî de binixumîne, Tirkiye vî sûcî dike.

Ji ber neyekîtiya Sûriyê, dewleta Tirk dest bi kirin û sûcan kir.

Dewleta Tirk tevahî cûreyên sûcan li djiî gelên Sûriyê pêk anîne û hîna dike .

Û piştî destwerdana wê ya leşkerî di Sûriyê de bi bin ket, dest bi qutkirina avê û tîkirina gelê herêmê kir.

Ew bi navê Îslamê vî tişt dike, lê Îslam qet ev yek negotiye û banga dilovanî û aştiyê dike.

Şêx El-Isêdî da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze planên xwe yên mêtîngeriyê li Sûriyê pêk bîne û projeya rêveberiyê derbe bike.

Dewleta Tirk bi kêmkirina rêjeya ava Firatê hewl dide ku planên xwe yên mêtîngeriyê li Sûriyê pêk bîne.

Bi vê qutkirinê gelek zirar gihişt warê çandinî û gelek warên din.

Lê em wek rûspiyên eşîran bi tundî vî sûcî şermezar dikin û teqze dikin ku em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em ê piştgiriya QSD’ê bikin.

Berdevkê Rûspiyên Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî di dawiyê de banga yekitiyê li gelê Sûriyê kir, her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin, da ku pirsgirêka avê çareser bikin.

Back to top button