Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbic û Gundewarên wê Mihemed Elî El-Ebo der barê siyaseta guhartina demografî ya ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, hişyarî da.
Mihemed Elî El-Ebo diyar kir, Dewleta Tirk piştî ku bajar dagir kirin, şêniyên resen bi darê zorê koçber kirin û malbatên ji herêmên din li şûna wan danîn.
El-Ebo anî ziman, armanca Tirkiyê ew e ku di pêşerojê de rê li pêşiya şer û fitneyê veke.
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê da zanîn ku dewleta Tirk ciwanên Sûrî wekî kaxezekê bi kar tîne da ku kengî bixwaze di hemû aliyan de bi kar bîne, mîna çawa ew kirin çete û şandin Lîbya û herêmên din.