Mûrad Karayilan: Gerîla berxwedaneke dîrokî nîşan dide

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrad Karayilan derbarê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de diyar kir ku ev şer ne şerê parastina herêmekê ye û da zanîn ev şerê parastina hemû Kurdan û destkeftiyên gelê Kurd e. Karayilan diyar kir gerîla berxwedaneke dîrokî nîşan dide û got, “Di vî şerî de serketinek derketiye hole. Ev hê destpêk e.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrad Karayilan bi rêya cîhaza ragihandinê bi hêzên gerîla yên li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ku li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin re axivî.

Karayilan diyar kir li dijî dagirkeriya Tirk li Herêmên Zap, Metîna û Avaşînê berxwedaneke dîrokî tê meşandin û da zanîn ji aliyê siyasî û leşkerî ve wê encamên girîng derxîne holê.

Karayilan wiha got,

“Dewleta Tirk li dijî gelê me û gelên herêmê hesabên qirêj dike. Niha dixwaze li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer giran bike, gerîla ji herêmê derxîne û li wan herêman bi cih bibe. Dixwaze destketiyên gelê Kurd hemûyan bixe bin kontrola xwe.”

Karayilan diyar kir desthilata faşîst a AKP’ê ji bo karibe temenê xwe dirêj bike êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û destnîşan kir eger di êrîşên xwe de bi ser nekeve û têk biçe, wê bi temamî hilweşe.

Karayilan anî ziman pêşeroja hêzên demokrasî û azadiyê yên li Tirkiyê bi vî şerî ve girêdayî ye û wiha dewam kir,

“Li çiyayên Zagrosan berxwedaneke dîrokî heye. Ev şer ne tenê şerê parastina herêmekê ye. Şerê pêşeroj, hebûn û azadiya gelê me ye, şerê demokrasiyê ye. Lewma em dixwazin di vî şerî de bi ser bikevin. Divê hemû heval ne bi rengekî taktîkî, divê bi rengekî stratejîk li vî şerî binêrin.”

Mûrad Karayilan diyar kir di vî şerî de serketinek derketiye holê û da zanîn ev hê destpêk e.

“Dijmin ev bi rojane li berxwedana gerîla rast tê. Em ê dijmin têk bibin. Gerîla wê nîşanî herkesî bidin ku teknolojî çawa tê pûçkirin. Ev şer şerê parastina hemû Kurdan û destkeftiyên gelê Kurd e.”

Karayilan: Divê hêzên Başûrê Kurdistanê piştgiriyê nedin dijmin

Karayilan bal kişande li ser helwesta hêzên başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk û diyar kir
hêzên Başûr li dijî vî şerî bûne temaşevan û anî ziman ku ditirsin ku li dijî dijmin dengê xwe rakin.

Karayilan ev hişyarî kir,

“Pirsgirêk nîne. Bila alîkariyê nedin dijmin. Bila têkoşîna gerîlayên leheng bibînin. Divê tevlî vî şerî nebin. Heke ev hêz tevlî şer bibin li her deverê wê bibin hedefa hêzên me.”

Back to top button