Di demeke ku aloziya navbera Ukrayna û Rûsya de ber bi kêmbûnê ve diçe, Wezîrê Karê Derve yê DYA Blinken serdana Kîevê dike.
Mijara sereke ya serdanê enerjî û ewlekarî ye.
Antony Blinken wê 5-6’ê Gulanê serdana Kîevê bike.
Wezîrê Karê Derve yê Ukrayna Dmitro Kuleba têkildarî serdana Blinken ji çapemeniya welat re axivî.
Kuleba diyar kir ku mijarên sereke yên serdana Blinken, enerjî û parastine.
Tevî van wê gelek mijarên din jî werin nîqaşkirin.
Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê yê ji Karûbarên Ewrûpa û Avrasyayê berpirsiyar Philip Reeker di daxuyaniya ku doh dayî de ragihand ku welatê wî ji bo endamtiya NATO û pêkanîna pîvanên pêwist wê bi Ukrayna re tev bigere.
Aloziya navbera Ukrayna û Rûsyayê di 6’ê Nîsanê de giha asta herî jor.
Rûsya li sînorê Ukrayna dest bi tetbîqatên leşkerî kir û derdora 100-150 hezar leşkerên Rûsya li sînorê hatin bicihkirin.
Vê yekê rê li ber helwestên tund yên NATO, DYA û YE vekiribû.
Her çiqasî Moskowa 22’ê Nîsanê ragihand ku wan hêzên xwe yên li başûrê welat vekişandine jî lê metirsiya li herêmê hîna zindî ye.