HDP’ê banga rawestandina êrîşên Tirkiyê kir

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û diyar kir ku polîtîkayên desthilatdariyê yên şerker, her cûre krîzan girantir dikin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê jî têkildarî êrîşên Tirkiyê ser xaka Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

HDP’ê got:

“Tirkiye ji sala 1983’an û vir ve di bin navê ‘ewlekariya sînor’ de li xaka Başûrê Kurdistanê operasyonên hewayî û bejahî dimeşîne.

Ev operasyonên li derveyî sînor ku bi rêk û pêk tên kirin, ji bilî mezinkirina şer bi kêrî tiştekî din nayê.”

HDP’ê diyar kir ku desthilatdariya Tirkiyê li şûna ku ji vê şaşitiyê vegere û aştiyê li nava welêt û gelan ava bike, di heman şaşitiyê de israr dike.

Hat destnîşankirin ku sedema rastî ya van operasyonên leşkerî tunehesibandina alternatîfên siyasî yên li pêşberî pirsgirêka Kurd e û israra di polîtîkaya şer de ye.

HDP’ê teqez kir ku yekane riya rast ew e ku li ser bingeha aştiyane û demokratîk diyalgo û danûstandin bên kirin û raya giştî jî di vê mijarê de berpirsyar bin.

Şêniyên Binarê Qendîlê: Em bi gerîlayan re ne

Her wiha şêniyên Binarê Qendîlê jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin û pişgtiriya xwe ji bo berxwedana gerîlyan nîşan dan.

Back to top button