Efrîn..Li navçeya Şera keçeke 16 salî hat revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî keçeke 18 salî revandin.

25’ê Nîsana borî, li gundê Xirabê Şera yê navçeya Şera komek çeteyan bi ser mala malbatek Kudr ji gundê Xirabê Şara girt û keça wan revand.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn Sûrî, çeteyan bi giranî xwediyî malbatê êşkence kir û keça wan a bi navê M.H.H.I ya 16 salî revand.

Rêxistinê diyar kir ku sibeha roja din ew keç di rewşek xirab de li nêzî gund hat dîtin.

Li Cindirêsê keçek bi darê zorê hat zewicandin

Li aliyekî di, di bin gefa kuştin û revandinê, çeteyan bi darê zorê ji keçên Efrînê dizewicin.

Rêxisitinê diyar kir ku li navçeya Cindirêsê, Malbateke kurd di bin gefên çeteyên dewleta Tirk de keça xwe bi çeteyekî ku li gundê Dêrbelotê dimîne, zewicandin.

Back to top button