Îran: Alî li ser rakirina hinek cezayên li dijî Îranê lihev kirin

Li Viyana tûra sêyemîn ya danûstandinên Waşîngton û Tehranê, pêk tên.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî diyar kir ku ew li ser rakirina hin cezayên li dijî Tehranê li hev kirine.
Lê mijarên bi nakok û pirsgirêk yên li pêşiya aliyan hîna jî didomin.

Piştî navbera tûra sêyemîn a danûstandinên peymana nukleerî ên Îranê, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî ji televizyona IRIB ya welat re axivî.

Ebbas Eraqçî got:

Li ser rakirina cezayên di sektora enerjiyê ( petrol û gaz), pîşesaziya otombîlan û cezayên li ser darayî, bankayî û benderê jî, li hevkirina pêk hatiye. Ji bo dawî kirina tora sêyemîn ya danûstandinan, doh navber hat dayîn.

Eraqçî têkildarî pirsgirên bi nakok, dozên parvekirin û li hevkrinê, diyar kir ku danûstandin gihiştine asta pejirandinê.

” Danûstandin zelaltir bûne, dûrahî û cûdahî jî zêdetir ber bi çavin.

Têkildarî peymana nukleerî û cezayan jî hûrgiliyên ku pêwîstin werin nîqaşkirin û berfirehkirin hene.

Di gelek aliyan de li hev kirina nerînan heye, lê di hin aliyan de nelihevkirin jî xwe dide der.

Niha xalên nelihevkirinê jî zelaltir bûne “.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Eraqçî anî ziman ku di hin xalan de gihiştine qonaxa amadekirinê, lê ji ber hin pirsgirêkên binakok, ev xebat hêdî bi pêş ve diçe.

“Hîn em bi temamî nikarin diyar bikin ku kengê û çawa em ê bi gihêjin lihevkirinê.

Gumanê me nîne ku wê şêwazê peymanê li gorî helwestên taybet ên saziyan bin.

Ji ber em jî xwedî helwestên xwe yên taybetin û nêzkirina helwestan wê nehêsan be”.

Îran danûstandinên demdirêj red dike û dibêje, ger hat dîtin ku alî dem ê dirêj dikin, bi cidiyet nêz nabin û dixwazim mejarên din li ser zêde bikin, wê ji danûstandinan vekişe.

Back to top button