KCK: DERBA EWIL LI ŞENGAL Û MEXMÛRÊ XWAR, YA MEZIN JÎ LI KOBANÊ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, serketina QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rast a ji bo tinekirina bingeha îdeolojîk a DAÎŞ’ê.
KCK’ê dest nîşan kir ku bi têkoşîna jiyana azad û demokratîk rêya li pêşiya rêxistinên mîna DAIŞ’ê tê girtin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî serkeftina Mezin ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê pîroz kir.

Hevserokatiyê diyar kir ku, DAÎŞ ji aliyê sîstema siyasî û xeta îdeolojîk a ku jiyaneke biratî, demokratîk û azad ve hate têkbirin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got;

DAÎŞ’ê derba destpêkê ya têkçûnê li Şengal û Mexmûrê xwar.

Êrîşa qirkirinê ya li Şengalê û hewldana ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi berxwedana gerîlayên Kurdistanê hate astengkirin.

Derba herî mezin a têkçûnê jî li Kobanê xwar.

Çawa ku berxwedana Stalingrad a Şerê cîhanê yê 2. çarenûsa şer guhert, berxwedana Kobanê jî rê li ber pêvajoya têkbirina bi temanî ya DAÎŞ’ê vekir.

KCK: YEKBÛN Û TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ DAIŞ TÊK BIR

Gelên dinyayê hemûyan jî bi roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê re moraleke mezin da vê berxwedanê.

Ya ku DAÎŞ bi esasî têk bir, yekbûn û têkoşîna mirovahiyê ya li dora berxwedana Kobanê bû.

Ya ku mirovahî di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de gihand hev, sîstema demokratîk bû.

Hîn berî DAÎŞ derkeve holê, Rêber Apo rastiya van desthilatdaran dît û got,

Rojhilata Navîn di nava pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û çandî de difetisînin.

Lewma feraseta neteweya demokratîk danî holê.

Destnîşan kir ku ancax bi paradîgmaya civaka demokratîk ekolojîk azadîparêziya jinê ya ku xwe dispêre neteweya demokratîk çareser bibe.

KCK: BI TÊKOŞÎNA JIYANA AZAD Û DEMOKRATÎK RÊ LI TERORÊ TÊ GIRTIN

KCK’ê balkişand li ser metirsiya avakirina komên çete li herêmê û ev tişt got;

Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwedî pêkanîn, polîtîka û zîhniyeteke welê ye ku niha hem li Tirkiyê, hem li Rojhilata Navîn DAÎŞ’ê, zîhniyet û rêxistinên bi heman rengî diafirîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li mirovahî û gelan hemûyan kir ku li dijî zîhniyet û rêxistinên mîna DAÎŞ, El Nûsra, AKP-MHP’ê, têkoşînê xurt bikin û Rojhilata Navîn a Demokratîk û mirovahiya azad biafirînin.

Leave a Reply

Back to top button