Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de 4 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li çolistana Sûrî, di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de 4 endamên hêzên hikumetê Şamê hatin kuştin. Li Idlibê jî artêşa Tirk 20 wesayîtên leşkerî derbasî herêmê kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro balafirên şer ên Rûsyayê bi awayekî dijwar herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ`ê yên li DêreZorê û sêgoşeya Heleb, Hema û Reqayê bombebaran kirin.

Di nava çend saetên dawîn de jî li gundewarên Tedmurê yên rojhilatê Humisê di êrîşên DAIŞ’ê de 4 endamên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê hatin kuştin û herî kêm jî 8 birîndar bûn.

Li aliyekî din li bejahiyên Hema û Reqayê, hêzên hikumetê û Rûsyayê amadekariya operasyoneke befireh li dijî DAIŞ`ê dikin.

Artêşa Tirk 20 wesayîtên leşkerî derbasî herêmê kirin

Li Idlibê, îro Artêşa Tirk di deriya sînor a Kefer Lûsîn ê li bakurê Idlibê 20 wesayîtên leşkerî derbasî herêmê kirin û ber bi nuqteyên Tirkiyê ve çûn.

Li gorî Çavdêriyê, ji destpêka Adara 2020`an ve, artêşa Tirk 8 hezar û 515 wesayît derbasî herêmê kirin û der dora 10 hezar leşkerên xwe lê bicih kirin.

Back to top button