Edle Tahir ji 20 salan ve mêşên hingiv xwedî dike û pê debara xwe dike

Jina bi navê Edle Tahir ji beriya 20 salan ve mêşên hingiv xwedî dike. Ew him pê debara malbata xwe dike him jî sûda hingiv dide derdor.. Edle bi vê yekê kêfxweş e û dibêje: Cîhana mêşan pir cuda ye, ji gelek nexweşiyan re derman e.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî roj bi roj jinên çanda dapîrên xwe pêk tînin, rengekî cuda didin jiyanê.

Edle Tahir a 67 salî, dayika 5 zarokan e û li navçeya Til Temira Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî dijî.

Edle temenê xwe bi xwedîkirina pez, çandinî û xwedîkirina mêşên hêngiv derbas dike.

Êdî dema çêra mêşên hêngiv e, lewra dayika Edle mêşên xwe birine cihê ku lê çandinî heye.

Edle da zanîn ku çawa ev şer, pevçûn, dengê balafir, tang û topan li ser mirovan bandor dike, di heman demê de li ser mêşan jî bandor dike.

Edle anî ziman ku hingiv ji gelek nexweşiyan re derman e, lewra bi xwedîkirina mêşan ew dixwaze her kes sûdê jê bigire.

Back to top button