BANG AVAKIRINA DADGEHEKE NAVDEWLETÎ JI BO GIRTIYÊN DAIŞ’Ê KIR

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî girtiyên DAIŞ`î yên li gel QSD`ê, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Di civînê de rêveberiyê bang kir ku dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê were avakirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî girtiyên DAIŞ`î yên li gel QSD`ê, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê Civîn li navenda Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsa pêk hat de berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê axivî.

Luqman Ehmê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê metirsiyeke mezin li ser Sûriyê, tevahî herêm û cîhanê çêdikir.

Hêzên QSD’ê cîhan ji çeteyên DAIŞ’ê ku bibûn belaya serê cîhanê xelas kir.

Niha hejmareke mezin ji çete li gel aliyên ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk girtî ne.

Ehmê destnîşan kir ku berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî kir ku berpirsyariya xwe der barê çeteyan pêk bînin û wiha dewam kir:

“Bi taybet dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ`ê de hene ku wan ji rêveberiyê bigirin.

Lê mixabin tu bersiv yan jî însiyatîf der barê vê yekê de pêk nehatin.”

Luqman Ehmê bang avakirina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got:

“Divê dadgeh li cihê ku sûc pêk hatiye, were çêkirin û piştre li cihê ku kujer hatiye girtin, bi awayekî adil û li gorî qanûnên navneteweyî werin darizandin.

Ji bo vê yekê jî pêwistî bi alîkarî û hevkariyê di hemû aliyên zagonî û lojîstîk de heye.”

Leave a Reply

Back to top button