Artşa Tirk beriya seatekê ji gundê Ereb Hesen ê Biçûk, gundê Ereb Hesen ê Mezin ê bakurê bajarê Minbicê topbaran kir
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand “Artêşa Tirk a dagirker ji gundê Ereb Hesen ê Biçûk, gundê Ereb Hesen ê Mezin yê Minbicê bi çekên navîn û sivik topbaran kir.
Dagirkeran 2 gundên Şehba û derdora Til Rifet topbaran kirin
Dagirkeriyê gundê Şêx Hîlal, Şêx Îsa û derdora navenda navçeya Til Rifetê bi dijwarî topbaran kirin.
Têkildarî ziyanan heta niha agahî nehatin bidestxistin.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe vê sibehê gundên Soxanekê, Aqîbê û Ziyaretê yên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî bi giranî dan ber topan.