MÛRAT KARAYILAN: SERKEFTINA QSD’Ê WÊ BI XWE RE QONAXEKE NÛ BÎNE

 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan û Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta serkeftina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê jî pîroz kirin gotin:
Şerê QSD’ê ne tenê ji bo gelên herêmê bû, ji bo tevahiya gelên cîhanê ye.
Rayedaran teqez kirin ku DAIŞ tenê di milê çekdarî de têk çûye û heta AKP-MHP’ê heye xeteriya jinûava avabûna DAIŞ’ê jî heye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan serkeftina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê jî nirxand.

Murat Karayilan şerê YPG, YPJ û QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê weke şerê ji bo hemû gelên Cîhanê bi nav kir û hemû hêzên navborî pîroz kir.

Karayilan bi bîr xist ku pişt ragihandina têkbirina DAIŞ’ê serdemek nû dest pê kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê teqez kir ku DAIŞ’ tenê di milê çekdarî de têk çûye.

MURAT KARAYILAN: ARMANC AZADKIRINA EFRÎNÊ YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan dest nîşan kir ku heta Efrînê rizgar nebe QSD ,YPG û YPJ’ê nikarin bêjin ew serwer in yan jî serkeftî ne.

Divê armanca qoxana bê rizgarkirina Efrînê be.

SOZDAR AVESTA: SERKETINA QSD’Ê SERKETINA GELAN E, SERKETINA JINAN E

Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî serkeftina mezin a QSD’ê li dijî DAIŞ’ê pîroz kir.

Sozdar Avesta destnîşan kir, di şexsê YPJ’ê de serketin a jinan hemûyan e û ev tişt anî ziman:

SOZDAR AVESTA: SERKEFTINA QSD’Ê BÛ BERSIVA HERÎ BI WATE YA LI DIJÎ FERMANÊ

Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê , wate û girîngiya bidawîkirina DAÎŞ’ê li ser civaka Êzidî jî nirxand.

Sozdar Avesta berxwedan û serketina li Baxozê weke bersiva herî bi wate ya li dijî fermana 74’an bi nav kir.

Leave a Reply

Back to top button