LEYLA GUVEN 138 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊDIKOŞE

Berxwedana Leyla Guven ev 138 roj in li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan dewam dike.
Li dijî tecrîdê tevî çalakiyên grevê bertek û nerazîbûn jî zêde dibin.
Ji parêzerên Rêber Ocalan, Newroz Uysal bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got:
Tecrîdkirina Ocalan hatiye astek ku êdî nayê qebûlkirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, 138 rojin bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe, di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye .

Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî bi israr dewam dike.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyên li girtîgehan ku 16’ê Kanûnê dest pê kir 100 roj in didome.

1’ê Adarê jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Nêzî 7 hezar girtî ev 25 rojin di çalakiyê de ne.

PARÊZER UYSAL: DI MEHEKÊ DE 4 DADGERÊN LI ÎMRALIYÊ DINÊRIN HATIN GUHERTIN

Li dijî tecrîdê tevî çalakiyên grevê bertek û nerazîbûn jî zêde dibin.

Ji parêzerên Rêber Ocalan, Newroz Uysal bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û astengkirina çûyîna parêzeran a Îmraliyê.

Newroz Uysal diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan hatiye astek ku êdî nayê qebûlkirin û got:

Tecrîd bi hiqûqî nayê dewamkirin. Ji bo em neçin gravê di mehekê de 4 dadger hatin guhertin.”

ÎHD Û TÎHV: GREVA BIRÇÎBÛNÊ DI REWŞA KRÎTÎK DE YE, TECRÎDÊ RAKIN

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û Sekreterê Giştî yê Waqfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Metin Bakkalci, der barê tecrîdê û çalakiyên li dijî tecridê civîna çapemeniyê pêk anîn.

Ozturk Turkdogan, diyar kir ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan û derve dewam dike hatiye asta pir kritîk û wiha got:

“Tecrîda ku li dijî rêgezên Mandela ya NY’ê û zagonên Tirkiye ye rakin.”

PLATFORMA DEMOKRASIYÊ YA WANÊ: JI BO ÇARESERIYÊ ZÛ GAVAN BAVÊJIN

Her wiha Platforma Demokrasiyê ya Wanê ku ji 26 rêxistinên sivîl û demokratîk pêk tê, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê û çalakgerên ku bi armanca tecrîdê şermezar bikin dawî li jiyana xwe tînin daxuyanî dan.

Platformê bang li rayedarên hikûmeta AKP’ê kirin û xwestin ji bo çareseriya pirsgirêka li Îmraliyê û girtîgehan bi lez gavan bavêjin.

Leave a Reply

Back to top button