Şehîd Fehid Mihemed bi merasîmekê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê şehîd Fehid Mihemed bi merasîmekê oxirkirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fehid Mihemed dema li ser erka xwe bû li navçeya Til Koçer şehîd bû.

Şênî, Heval û hogirên şehîd Fehid li goristanê beşdarî merasima oxirkirinê bûn.

Di merasimê de axaftin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û malbata şehîd hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî axafitinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, şehîd bi tilîli û dirûşmeyan, hate oxirkirin.

Back to top button