
PYNK’ê diyar kir ku darizandina 108 siyasetmedar û endamên HDP’ê ne qanûnî ye û têkiliya xurt a rejîma Erdogan û çeteyên DAIŞ`ê nîşan dide.
Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî PYNK’ê derbarê Doza Kobanê daxuyaniyek da.
PYNK’ê diyar kir ku darizandina siyasetmedar û endamên HDP’ê, parçeyekî hewldanên jihevxistina tevgera siyasî ya kurdî û hewldanên tesfiyekirina HDP’ê ye.
Di daxuyaniyê de weha hate gotin:
“Xwepêşandanên wê demê, ji bo piştgiriya Kobanê li dar ketin.
Ev darizandin ne-qanûnî ye û têkiliya xurt di navbera rejîma Erdogan û çeteyên DAIŞ`ê de nîşan dide..
Di demekê de ku berxwedana Kobanê piştgiriyeke navneteweyî girt, Tirkiyê piştgirî dida DAIŞ’ê û li bendê bû ku Kobanê bikeve.
Îro jî bi dadgehkirinê û bi qanûneke ne-serbixwe tola têkçûna DAIŞ’ê hiltîne.”
PYNK’ê dawiyê de darizandina siyasetmedar û endamên HDP’ê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ku li dijî Erdogan bikevin nava tevgerê û li kêleka HDP’ê bisekinin.