Li Bangladeşê, di encama qezaya li nava deryayê de 26 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li ser Çemê Padma ya navçeya Madarîpur a Bangladeşê kêştiyeke bi lez li kêştiya kargo ya bi qûmê barkirî qelibî.
Di encamê de 26 kes mirin û gelek kes winda ne.
Efserê Payebilin yê naçeya Madarîpurê Mîraj Huseyîn got:
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê xwe gihandin cihê qazayê û cenazeyê 26 kesan hat dîtin.
5 kes jî hatin xelaskirin û ji bo nexweşxaneyê hatine rêkirin.
Heta niha têkildarî jimarê kesên li ser kêştiya bi lez nehatiye zanîn û fikar tê kirin ku jimara qûrbaniyan zêde bibe.