Federasyona Elewiyan a Demokratîk di salvegera Qirkirina Dersimê de diyar ku ji bo li qada navnetewî qirkirin bê qebûlkirin divê kar bê kirin.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku qirkirina Dersimê 4’ê gulana 1937’an bi biryara Desteya Wezîran kete meriyetê û li gel qirkirina Kurdan hewldana ji bo tunekirina nirxên çandî û civakî, qadên pîroz ên baweriya Kurd-Elewiyan bû.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kurdên Elewî bi dorpêçiya ideolojîk, siyasî, çandî, zimanî û olî di sedsala 21’ê de jî bi qirkirinê re rû bi rû ne.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk got ku wan qirkirina Dersimê ji bîr nekirine û wê nedin jibîrkirin û ewê li dijî vê yekê têkoşîna xwe dewam bikin.
Hat gotin ku ji bo li qada navnetewî qirkirin bê qebûlkirin divê kar bê kirin û hesabê qirkirinê bê dayîn.