DFG: Li Tirkiyê çapemenî ji sedî 95 di bin kontrola desthilatê de ye

Li Tirkiyê jî deshilata faşîst ya AKP’ê mafê azadiya çapemeniyê ji holê rakiriye.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê ragihand ku ji sedî 95 çapemenî ketiye bin kontrola AKP’ê.
Her wiha êdî Waşîngton jî ji Erdogan bêzar bûye.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG) têkildarî 3 Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî bi serenavê “Îro Roja Azadiya Çapemeniyê ye Lê Çapemenî Ne Azad e” daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komeleyê diyar kir ku niha li Tirkiyê ji sedî 90-95’ê çapameniyê di bin kontrola desthilatê de ye û rojnameger bi awayekî azad naxebitin.

Rojnamegerên ku bixwazin xebatên xwe bi awayekî azad bikin, jî di hedefa desthilatê de ne û bi zextên mezin xebatên wan tên astengkirin.

DFG:Tirkiye di rêza 153. de ye

Ji ber van sedeman îsal jî em 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi zext û astengiyan pêşwazî dikin.

Di rapora ji aliyê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ve hatî amadekirin de jî Tirkiye cihê xwe li rêza 154’an digre.

li vir dimenê 1 gulan yê li stenbolê dênin.. dema polîs nahêlin dimen werin girtin

Weke ku binçavkirin û girtina rojnamegeran ne bes be, wêne û dîmen kişandina wan jî hat qedexekirin.

Bi vê giştînameyê jî ji rojnamegeran re dibejîn ku hûn dikarin rojnamegeriyê bikin lê hûn nikarin amûrên ji bo rojnamegeriyê bikar bînin.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê bang li deshilata AKP’ê kir ku dest ji van polîtîkayên xwe berde.

Chomsky: Tirkiye di nava xeteriyekî mezin de ye

Her wiha Noam Chomsky û David Phillips yên ku di warê dîplomasî û karê navnetewî de tê naskirin jî balkişandin li ser rweşa li Tirkiyê.

Chomsky diyar kir ku her roja derbas dibe, li Tirkiyê zextên li ser gel zêde dibe.

Rejîma Erdogan her ku derbas dibe, li ser civaka Tirkiyê deshilata xwe hîn berfirehtir û mafê azadiyê jî kêmtir dike.

Zextên li ser çapemeniyê zêde dibe.

Di mijara azadiya çapemeniyê de, Tirkiye di rewşek ya krîtîk de ye.

Phillips: Êdî Waşîngton jî ji Erdogan bêzar bûye

Şêwirmendê berê di Wezareta Karê Derve ya DYA David Phillips jî îşaret bi rewşa li Tirkiyê kir û dazanîn ku êdî Waşîngton jî ji Erdogan bêzar bûye.

Tirkiye ji bo bêdengkrina rojnamevanan wan dixe zindanê.

Ev rewş binpêkirina mafê mirovane.

Li Tirkiye qanûnên cezayê ji bo armanca siyasî tê bikaranîn.

Back to top button