Nerazîbûnên li başûrê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê zêde dibin.
Endamê KNK’ê Ferhad Resul bertek nîşanî êrîşan da û bang li hikûmeta Başûr kir ku bêdeng nemîne.
Mamosteyên Zanîngeha Koyê jî gotin ku Kurd tenê bi yekîtiyê dikarin pêşî li dagirkeriyê bigirin.
Parlamenterê Iraqî Fadil El-Fetlawî jî ragihand ku êrîşên Tirkiyê wê di civîna parlamentoyê de werin nîqaşkirin.
21 rewşenbîr û siyasetmedarên Ereb jî bang li Yekîtiya Ereban kir ku dijî êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk xwedî helwest be.
Nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka herêmê her ku diçe zêde dibe.
Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ferhad Resul êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û banga şkandina bêdengiyê li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir.
Mamosteyên Zanîngeha Koyê: Bi yekîtiyê em ê pêşî î li dagirkeriyê bigirin
Li Zanîngeha Koyeyê jî Dr.Kameran Celal û Dr.Hawjîn Silêwe nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkeriyê anîn ziman.
Mamosteyan gotin ku Kurd bi yekgirtinê dikarin pêşî li dagirkeriyê bigirin û heta Kurd bi hev re li dijî dagirkeriyê ranebin wê ti bandorekê ser raya giştî ya navnetewî çênebe.
Fadil El-Fetlawî: Wê êrîş li parlamentoyê werin nîqaşkirin
Ji aliyê xwe ve, parlamenterê Parlamentoya Iraqê yê ji Koalîsyona El-Fetih Fadil El-Fetlawî berteka xwe derbarê êrîşên Tirkiyê ser xaka Iraqê anî ziman.
Fadil El-Fetlawî bi bîr xist ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Iraqê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest daye û sedema vê yekê jî bêdengiya hikûmeta Bexda û Hewlêrê ye.
El-Fetlawî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê wê di civîna parlamentoyê de werin nîqaşkirin.
Parlamenterê Iraqî Fadil El-Fetlawî ji hikûmetê xwest ku dijî Tirkiyê gavên tund bavêje û li cem Netewên Yekbûyî giliya Tirkiyê bike.
Her wiha daxwaz hat kirin ku Iraq li beramberî windahiyên can û mal tazmînatê ji Tirkiyê bixwaze.
21 rewşenbîrê Ereb banga helwest nîşandanê li yekîtiya Ereban kir
21 Rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên Ereb ên ji Misir, Lîbya, Libnan, Yemen, Filistîn û Iraqê nerazîbûna xwe derbarê domandina Tirkiyê ya êrîşên xwe ser Başûrê Kurdistanê nîşan da.
Rewşenbîr û siyasetmedaran diyar kir ku bêdengiya welatên Ereban a dijî binpêkirinên dewleta Tirk ku her roj pêk tên, wan aciz kiriye.
Rewşenbîr û siyasetmedaran bang li Yekîtiya Ereban kir ku civîneke awarte li dar bixe û li dijî xewnên dewleta Tirk helwestê nîşan bide.
Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê û sazî û rêxistinên pêwendîdar hat kirin ku dijî êrîşên Tirkiyê helwesteke cidî nîşan bidin.
Navên kesên ku daxuyanî îmze kirine wiha ne:
Recaî Fayîd: Serokê Navenda Lêgerîn û Lêkolînên Stratejîk a Misrê û Endamê Konseya Pêwendiyên Derve ya Mirsê.
Mamoste Ehmed Bahaedîn Şaban: Serokê Partiya Sosyalîst a Misrê
Mihemed Hesen El-Bene: Midûrê Edîtoryaya Rojnameya El-Exbar – Misir
Dixtor Firneza Atiye: Pispora Zanistên Siyayî – Misir
El-Seyid Ebdulfetah: Serokê Navenda Lêkolînan a Qahîreyê
Xurşît Dilî: Nivîskar û Rojnamevan – Libnan
Ferhan Salih: Nivîskar – Libnan
Ebas Cefer El-Huseynî: Lêkolîner û Romanûs – Libnan
Safiye Tata: Seroka Komeleya Tenduristî û Parastinê – Libnan
Delal Bistanî: Endama Rêveberiya Kombûna Jinên Demokrat – Libnan
Loneh El-Xerîb: Akademîsyen û çalakvana jin – Libnan
Xelil El-Qazî: Nivîskar û Akademîsyen – Libnan
Hemo Muskviyan: Hiqûqnas û çalakvanê siyasî – Libnan
Esir Nuval Cebir: Nivîskar û Rojnamevan – Filistîn
Yasil Eyo Seydo: Siyasetmedar û Akademîsyen – Filistin
Dixtor Eymen Feteh: Nivîskan û Pisporên Zanistên Siyasî – Filistîn
Hisên El-Suyeedî: Kordînatorê Forma Diyaloga Erebî ya Şoreşgerî û Demokratîk – Lîbya
Osman Birkê: Nivîskar û Siyasetmedar – Lîbya
Ebdulehman El-Reyyan: Nivîskar – Yemen
Yusif Yaqub Metî: Serokê Yekîtiya Netewî Bath Nahrîn – Iraq
Elî Nacî: Nivîskar û Rojnamevan – Iraq