JI BER BARANA ZÊDE LI GELEK BAJARAN KURDISTANÊ LEHÎ RABÛ

LI BAKURÊ KURDISTANÊ
JI BER LEHIYÊ 2 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Li her sê beşên kurdistanê Bakur, başurê û Rojhilat duh êvarî baranek zêde bariya..
Ji ber barana zêde li gelek bajar û navçeyan lehî rabû…
Li Cizîrê du kesan di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan û gellek kesan jî bi zorê canê xwe rizgar kirin.
Her wiha li bajarê Serpêl Zehaw yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê jî ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li Bakur, Başur û Rojhilatê Kurdistanê ji duh êvarî ve baranek zêde bariya..

Duh di saetên êvarê de li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê barîna barana zêde bandorek neyînî kir.

Ji ber barîna baranê lehî rabû û 2 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Gellek mal û kargeh di bin avê de man.

Li hin taxan ji ber leza avê dîrekên ceryanê ketin û dîwarên baxçeyan hilweşiyan.

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê çûn serdana welatiyên malên wan di bin avê de mane.
Rêveberên HDP’ê ku li rewşa welatiyan pirsîn bang kir ku gel piştevaniyê bide hev.

LI BAŞURÊ KURDISTANÊ
JI BER BARANA ZÊDE LI GELEK BAJARAN LEHÎ RABÛ

Li başûrê kurdistanê jî heman rewş hebû.

Li bajarê Silêmaniyê di encama barana zêde de av kete nava malên li du taxên bajêr.

Her wiha li çend cadeyan asta avê bilind bû.

Li Hewlêrê jî li taxên Seydawa û Gilkend lehî rabû.

Li gorî agahiyan, li navçeya Dukanê jî astengiya hatûçûnê li ser rêya sereke ya Silêmanî û Hewlêrê çêbûye.

Li navçeya Derbendîxanê ji ber lehiyê pira Deredoyn a li ser rêya Derbendîxan – Kelarê hilweşiya.

Rê jî bi temamî hate girtin.

Hate ragihandin ji ber baran û lehiyê, li Dûkan, Kelar û Derbendîxan deriyên dibistanan hatin girtin.

LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ
JI BER LEHIYÊ CIWANEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Li rojhilatê kurdistanê jî ava ku bilind bû, bû sedema lêhî rabe.

Ji ber baran barînek zêde li piraniya bajar, navçe û gundên Rojhilatê Kurdistanê lehî rabû.

Li bajarê Serpêl Zehaw yê ser bi parêzgeha Kirmaşan di encama lehiyê de ciwanekî jiyana xwe ji destda.

Li piraniya Rojhilatê Kurdistanê jî lehiyê bi xwere gelek ziyanên madî çêkir. Gelek rê û cade xira bûn.

Leave a Reply

Back to top button