Wezareta Derve ya Iraqê bang li berpirsê sefaretxaneya Tirkiyê kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medya, berpirsê karûbarên Sefaretxaneya Tirk a Bexdayê vexwend wezaretê.

Li ser banga Wezareta Karên Derve ya Iraqê, berpirsê Sefaretxaneya Tirkiyê Nizar Hayrullah çû avahiya wezaretê.

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê êrîşên Tirkiyê de hişyariyek nivîskî ku nerazîbûna Iraqê nîşan dide, da bepirsê sefaretxaneyê.

Di hişyariyê de êrîşên dewleta Tirk û hatina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar a nava xaka hat şermezarkirin.

Hat gotin ku Hulusî Akar bêyî destûra Iraqê sînor derbas kiriye û bi leşkerên Tirk ên ku derveyî fermiyetê li ser axa Iraqê ne re hevdîtin kiriye û ev yek nayê qebûlkirin.

Her wiha dijî axaftinên Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku gotibû “Emê wekî Suriyê li herêma Metîna jî baregeh ava bikin” nerazîbûna tund hat nîşandan.

Hat destnîşankirin ku Iraq binpêkirinên li ser axa welat yên bejahî û hewayî ti carî qebûl nake.

Hat gotin jî ku ev nêzîkahî wê pêwendiyên cirantiyê xirab bikin û divê Tirkiye zanibe ku rêyên leşkerî yên yekalî nabin çareserî.

Back to top button