Şandeyeke Tirkî dê serdana Qahîrayê bike

Bi armanca vegerandina têkiliyan, hefteya bê, şandeyeke dewleta Tirk berê xwe dide Misirê.

Li gorî navgînên ragihandinê yên Tirkiyê, dê şandeyeke Tirkî li ser asta cîgirê Wezareta Derve serdana Qahîrayê bike û dosyaya Lîbya û vegerandina têkiliyan li ser maseyê bin.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalîn jî diyar kiribû ku wezîrên derve yên herdu welatan di nava têkiliyan de ne û dê serê meha Culanê şandeyeke Tirkî bi berpirsên hikumeta Misirê re bicive.

Li gorî Kalîn, divê herdu alî têkiliyan asa bikin da ku pirsgirêkên herêmî mîna ya Lîbyayê çareser bibe.

Back to top button