Gundên Merenaz û Alqemiyê yên Şerayê hatin topbarankirin

Weke her roj, careke din Artêşa Tirk a dagirker berê êrîşên xwe da navçeya Şera ya Efrînê û gundên wê Merenaz û Alqemiyê topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê her du gundên Merenaz û Alqemiyê yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî dan ber topan.

Topbaranê demekê dirêj kir, lê encam bi dest neketin.

Ji bilî gundên Efrîn û Şehbayê, ev êrîş rojane li ser herêmê giştî hene, nemaze navçeya Eyn Îsa û Til Temirê ku ew jî, her rastî êrîşên dagirkeran tên.

Back to top button