ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 125’AN DE YE

Berxwedana çalagerên greva birçîbûnê yên li başurê Kurdistanê jî dewam dikin.
Çalakger Nasir Yagiz ku ev 125 rojin di grevê de ye, peyamek weşnad û got;
Divê em bi giyanê seferberiyê jiyanê bidin sekianandin.

Li başurê Kurdistanê berxwedana çalagerên gureva birçîbûnê berdewam dike..

Berxwedana Endamê nûnertiya HDP’ê yê li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 125’an de ye.

Yagiz têkildarî çalakiyan peyamek belav kir.

Di peyama Yagiz de ev tişt hatin diyarkirin:

“Gelê Kurd, bi çalakiyên xwe yên canbexşane bi ayetên heqîqetê rûpelên dîrokê dadigirin.

Ev çalakiyên canbexşane di heman demê de ji bo gelê Kurd banga serhildana wijdanan e jî.

Em ê heta kîngê li dijî şehadetên canbexşane bêdeng bimînin!

Divê êdî em ji xwe re bibêjin, ‘Êdî bes e’ divê em bi giyanê seferberiyê jiyanê bidin sekianandin!”.

ÇALAKIYA FEDÎLA TOK DI ROJA 65’AN DE YE

Çalakiya li wargeha Mexmûrê di roja 100’î de ye û ji aliyê koma 34’emîn ve hate dewir girtin.

Di çalakiya dewir girtinê de bi navê koma 34’emîn Mehmûd Zêwkî axivî û got:

“Ji bo em vê tecrîdê bişkînin pêwîst e em çalekiyên xwe hîn xurtir bikin”.

Berxwedana endama Meclisa Iştar Fedîla Tok jî di roja 65’an de ye.

ÇALAKIYA HERÊM MEHMÛD DI ROJA 30’Î DE YE

Her wiha çalakiya Endezyar Herêm Mehmûd jî li navçeya Kelar a Germiyanê di roja 30’î de ye.

Herêm Mehmûd li ser peywendiya wî a bi Leyla Guven re got:

Leyla silavan li hemû xelkê Başûrê Kurdistanê dike.

Leyla ji min re got ku çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê, cihê şanaziyê ne”.

ÇALAKVANÊN SILÊMANIYÊ SERKEFTINA QSD SILAVKIRIN

Greva birçîbûnê ya li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya Silêmaniyê didome.

Çalakvanên greva birçîbûnê ji bo pîroz kirina serkeftina QSD’ê a li hemberî çeteyên DAIŞ’ê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojhilat û Bakurê Suriyeyê kirin.

Çalakvanan bi rêya nûnertiyê pîrozbahiyê li şervanên QSDê kirin.

Leave a Reply

Back to top button