Li Burkina Fasoyê bi dehan kes hatin kuştin

Di encama êrîşeke komên çekdar li ser parêzgeha Komancari ya rojhilatê Burkina Fasoyê de, zêdeyî 30 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên ewlekariyê yên herêmî diyar kir ku êrîş roja Duşemê li gundê Kodyel كودييل ê navçeya Futuri فوتوري pêk hat û di encamê de zêdeyî 30 kesî hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn.

Şêniyên gund da xuyakirin ku komên çekdar beriya niha gefa êrîşan li wan xwaribûn.

Beriya hefteyekê û li heman parêzgehê, parêzvanekî xwezayê û 2 rojnamevanên Ewropî, bi destên komên çekdar hatibûn kuştin.

Back to top button