Giftûgoyên xêzkirina sînorên deryayî yên Îsraîl û Libnanê dest pê kiriye

Giftûgoyên nerasterast bo xêzkirina sînorên deryayî yên Îsraîl û Libnanê ji nû ve dest pê kiriye.

Hikûmeta Îsraîlî û ya Libnanî piştî qutbûna 5 mehan, îro li başûr-rojavayê Libnanê li bajarokê Naqûreyê bi serpereştiya Waşington û NY dest bi gera 5. a guftûgoyên der barê xêzkirina sînorên deryayî de kiriye.

Serokkomarê Libnanê Mîşal Ewn duh li Koşka Be’bdayê ji bo şandeya Beyrûtê civînek li dar xistibû.

Tê de, hate gotin ku ji mafê Libnanê ye samanên xwe yên xwezayî li herêma aborî ber bîne. (istismar bike)

Der barê encaman de heya niha ti agahî bi dest neketine.

Tê payîn, guftûgoyên her du aliyan 2 rojan dirêj bikin.

Back to top button