Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 14 kesên din bi Corona mirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 seatên dawî de 14 kesan ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dan. Heyva Sor ya Kurd dest bi însiyatîfa komkirina zekata fitrên meha Remezanê kirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku kesên ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest dane 8 mêrin û 6 jinin.

Mistefa ragihand ku 91 kes bi Coronayê ketine û 13 kesên pêketibûn, baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 16 hezar û 275 kes bi Coronayê ketine, 629 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 667 kes baş bûne.

Heyva Sor: Beşeke ji fitreyan wê ji bo alîkariya nexweşên Corona be

Heyva Sor a Kurd bi dirûşmeya “Em ê bi alîkarîya we hêviyê bikin insiyatîf û xebat” dest bi însiyatîfa komkirina zekata fitrên meha Remezanê kirin.

Sendoqa komkirina fitreyan li pêşiya navendên Heyva Sor a Kurd yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin dayîn.

Armanca însiyatîfê ew e ku debara hejmareke mezin ji malbên hewcedar bike, her wiha beşek ji fitreyan dê pê derman ji nexweşên Corona re bê kirîn.

Back to top button