HDP: Divê daxwazên gelê Dêrsimê werin pêkanîn

4’ê Gulana 1937’an dewleta Tirk dagirker li dijî Dêrsimê dest bi tevgera qirkirinê kir. Di encama êrîşan de bi deh hezaran Dêrsimî hatin qetilkirin.
HDP, DBP, Kongreya Avakirina Dêrsimê û Komeleya Mafê Mirovan a li Tirkiyê bi daxuyaniyên cuda qurbaniyên Qirkirina Dêrsimê bi bîr anîn.
Hat diyar kirin li Dersimê bi deh hezaran kes hatin qetilkirin, divê qirkirin were naskirin.

4’ê Gulana 1937’an dewleta Tirk li dijî Dêrsimê dest bi tevgera qirkirinê kir. Tevî ku 84 derbasbûne lê hê jî di asta navnetewî de ev qirkirin nehatiye naskirin.

Alîkara Hevserokatiya Giştî ya Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP’ê Tulay Hatîmogûllari derbarê salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di 4’e gulana 1937’an de bi biryara Desteya Wezîran re yek ji qetlîamên herî hovane hate kirin.

Li Dêrsimê li gorî çavkaniyên herêmî kêmanî 50 hezar kes hatine kuştin û bi deh hezaran kes ji warên xwe hatine sirgunkirin.”

HDP’ê di daxuyaniya xwe ev daxwaz kirin:

– Ji bo vê qetlîama 84 sal berê hatiye kirin divê lêborîn were xwestin.

– Cihê gora Seyîd Riza û hevrêyên wî yên di 15’ê mijdara 1937’an de hatine darvekirin were eşkerekirin.

– Arşîvên derbarê salên 1937-1938’an û belgeyên derbarê keçên winda yên Dêrsimê werin vekirin.

– Belgeyên kesên hatine sirgunkirin jî werin eşkerekirin.

– Divê navê Dêrsimê jî were îadekirin.

– Divê ev daxwazên gelê Dêrsimê were pêkanîn.

Kongreya Avakirina Dêrsimê: Bi têkoşînê qirkirin wê were sekinandin

Kongreya Avakirina Dêrsimê jî derbarê daxuyaniya da û diyar kir ku komara Tirkiyê ji ber ku hevrûyî Qirkirina Dêrsimê nebûye, li ser çand, ziman, bawerî, mirov û axa wê qirkirin didome.

Kongreya Avakirina Dêrsimê diyar kir ku bi têkoşîneke xurt qirkirin dikare were sekinandin û qelskirin, li vir jî berpirsyariya hemû kesan heye.

DBP: Divê ji bo ziman û baweriya Dersimê azadî were naskirin

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî têkilî salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyeke niviskî da.

DBP’ê qurbaniyên qirkirina Dersimê bîr anî û got:

“Li dijî gelê Dersimê ku li dijî van komkujiyan li ber xwe dida îro jî tê xwestin ku polîtîkayên komkujiyê li ser wan werin ferzkirin.

Berxwedêriya gelê Dersimê ji wê rojê û wir ve didome.

DBP’ê xwest ku 4’ê gulana 1938’an weke Roja Terteleyê were qebûlkirin û ji bo ziman û baweriya Dersimê azadî were naskirin û hemû projeyên bendavên Munzurê jî werin betalkirin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) banga naskirina qirkirinê kir

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî daxuyaniyek da û bal kişand ku di Qirkirina Dersimê de bi deh hezaran kes hatine kuştin.

ÎHD’ê banga naskirina qirkirinê kir û got ku ji bo hevrûbûna bi ya bûyî re û ji bo ku hemû heqîet derkeve holê hewceyî bi vîneke siyasî ya xurt heye.

Back to top button