Gedo: Dewleta Tirk bi behaneya PKK’ê hewl dide Başûr dagir bike

Salih Gedo diyar kir ku dewleta Tirk bi behaneya şerê li dijî PKK’ê hewl dide tevahî Başûrê Kurdistanê dagir bike, gundên kurdan wêran bike û niştecihên wê koçber bike. Gedo êrişên dawî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi “Zêdegaviya DAIŞ’ê ya nû” bi nav kir.

Sekretêrê Partiya Çep a Demokrat li Sûriyê Salih Gedo jî têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî.

Salih Gedo diyar kir dewleta tirk hebûna PKK li Başûr dike behane da ku pê zextê li Başûrê Kurdistanê bike û Başûr têxe bin serwseriya xwe.

Her weha da zanîn ku armanca din a êrişên dewleta Tirk, astengkirina diyalogên kurdî-kurdî li Rojava ye.

Gedo weha got: Heger civaka navneteweyî DAIŞ’ê wekî xeteriyekê li ser cîhanê dibîne, divê bibîne ku dewleta Tirk destekê dide wan çeteyan.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat li Sûriyê da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide Kurdistanê ji kurdan vala bike, lê êrişên Tirkiyê wê bê encam bin.

Salih Gedo îşaret bi bêdengiya hêzên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê kir û anî ziman ku divê hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî li hemberî van êrişên hovane bisekinin.

Back to top button