PKK: PÊNGAVA BERXWEDANÊ GIHAŞTIYE ASTEK BILIND

Li dijî tecrîda giran ya li ser Rêber Ocalan di nava hefteya dawî de li girtîgehan 4 girtiyan çalakiyên canbexşane pêk hatin.
Komîteya Rêbeveber a PKK û Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê daxuyanî dan û bang li hevrêyan kir ku dawî li çalakiyên canbexşane bênin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê, li ser rewşa dawî ya pêngava berxwedanê ya bi navê ‘Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîteyê diyar kir ku pêngava berxwedanê li cihanê belav bûye û got:

“Li dijî sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê, bi milyonan mirov daxwaza jiyana azad a Ocalan kirin.

Di hefteya lehengiyê de lehengên nû li dîroka gelê Kurd zêde bûne.

Beriya her tiştî em welatparêzê mezin Ûgûr Şakar û milîtana azadiya jinê hevrê Ayten Beçet bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin.

PAJK: BILA HEVRIYÊN LI ZINDANAN DAWÎ LI ÇALAKIYÊN FEDAYÎ BÎNIN

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî da.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de wiha got;

“Berxwedana grevên birçîbûnê ku li zindanan, li Ewropayê û li çar beşên Kurdistanê didome, ji xwe berxwedaneke fedayî ye.

Pêvajoyeke çalakiyan e ku her tişt daye pêş çavên xwe.

Berxwedêrên ku bi mehan e bedena xwe dane ber birçîbûnê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê me helwesteke fedayî nîşan didin.

Berxwedana ku bi îrade û biryardariyeke xurt didome, pêşengiyeke dîrokî ye ji bo hesabpirsîna ji faşîzmê.

Hevrêyên me yên PAJK û PKK’î yên li zindanan û hevrêyên me hemû yên li ber xwe didin; em napejirînin ku ji bilî vê berxwedanê bi rêbaza fedayî çalakiyan bikin.

Xuya ye hewl tê dayin li zindanan weke xeteke çalakiyê bê bicihanîn.

Em bang li hevrêyên xwe yên li zindanan dikin; divê çalakiyên protestoyî yên bi rêbaza fedayî bên rawestandin.

Em hevrêya xwe Zehra Saglam bi rêzdarî bi bîr tînin. Bîranînên wan pêşengên têkoşîna me ne.

Di nava rastiya gel ê rabûye ser piyan û di nava têkoşîna me de em ê timî xwedî li bîranîna wan derkevin.”

Leave a Reply

Back to top button