Meksika..Li Meksîko City ji ber qezayê 23 kes mirin 70 jî birîdnar bûn

Di encama hilweşîna rêya jorê metroyek li paytexta Meksika Meksiko City de, herî kêm 23 kes mirin û nêzî 70 kes birîndar bûn.

Xebata lêgerîn û xilaskirinê di bin bermahiyan de dewam dike.

Rayedar ji zêdebûna hejmara miriyan bi fikar in.

Ji ber qezayê, gelek vagon ketin ser riya sereke ya qerebalix.

Herî kêm wesayîtek di bin vagonan de ma.

Li gorî çapemeniya herêmî, piştî erdheja dijwar a li paytextê ku di sala 2017’an de 94 kes mirîn, hin niştecihên bajar agahî dabûn rêveberiyê ku ziyan gihiştiye rêya derbasbûna jor.

Rêya navborî beriya 10 salî ji aliyê Wezîrê Karên Derve Marcelo Ebrard yê wê demê Serokê Şaredariyê bû hatibû çêkirin.

Back to top button