Di kemîneke DAIŞ’ê de 2 enadamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li Çolistana DêraZorê, di kemîneke DAIŞ’ê de du endamên hêzên hikumet Şamê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê kemîneke ji hêzên hikumet Şamê li Çolista rojhilatê DêraZorê danî.

Di kemînê de du endamên hêzên hikumetê hatin kuştin, sê jî bi giranî birîndar bûn.

Balafirên şer ên Rûsyayê ji vê sibehê de êrişî herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ`ê yên di navbera Hema û Reqayê de kir.

Li gorî Çavdêriyê, di êrişan de çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Di topbarana hêzên hikumeta Şamê li Hemayê de jinek hat kuştin

Her wiha hêzên hikumetê duh nîvê şevê, eniyên Qestûn, Zeyzon û Ziyadiyê yên li gundewarê rojavayê Hemayê û herêmên din li çiyayê Zawiyê yên gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî di topbaran derdora gundê Ziyadiyê de jinek hat kuştin.

Li Deraayê du endamên hêzên hikumatê hatin kuştin

Li parêzgeha Deraayê jî, çavdêriyê ragihand ku li bajaroka Em Weled yê li rojhilatê Deraayê du enadmên hêzên hikumetê ji hêla kesên ne nas hatin kuştin.

Back to top button