Berxwedana li girtîgehan 159 roj li pey xwe hişt

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo li girtîgehên Tirkiyê, kampa Mexmûr û Yewnanistanê didome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, li girtîgehan hatibû destpêkirin koma 31’ê dewr girt û kete roja 159’an.

Çalakiya grevê ya li Kampa Penaberan a Mexmûrê îro koma 66’emîn çalakî dewr girt û kete roja 138’ê de.

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 121′ roj in didome:

Nuray Çevîrmen: Bila demildest dawî li binpêkirinan bê

Li gorî hejmarên fermî yên Midûriyeta Giştî ya Girtîgeh û Malên Tevkîfê, ji 28’ê sibata 2021’ê heta niha bi giştî 276 hezar û 438 kes girtîne.

Li girtîgehan her wiha binpêkirinên mafan roj bi roj girantir dibin.

Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a sala 2020’an hezar û 182 kesî derbarê binpêkirinên mafê jiyanê de yên li girtîgehê hatine jiyîn de serlêdan kirine û 17 girtî jî ji ber koronayê jiyana xwe ji det daye.

Nuray Çevîrmen a di Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire, binpêkirinên mafên girtiyan ên di pêvajoya pandemiyê de nirxand.

Nuray Çevîrmen da zanîn ku bi pandemiyê re binpêkirinên mafên girtiyan zêde bûne û wiha got:

Çûn û hatina nexweşxaneyan, sewqkirin û derxistina revîran bi giştî ji holê hat rakirin.

Tenê di rewşên pir lezgîn de hinek dermankirin.

Nuray di dawiya axaftina xwe de balkişand ser grevên birçîbûnê û wiha axivî:

Ji bo ku tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan ji holê rabin grev tê dewamkirin.

Divê demildest daxwaza girtiyan bê pêkanîn.

Daxwaza me ev e ku mafên qanûnî bên bikaranîn û binpêkirin ji holê bên rakirin.”

Back to top button