Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk dewam dikin

Li başûrê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk roj bi roj zêde dibin.
Parlamenterên Iraqî diyar kirin ku wê rojên bê hikumeta Iraqê wê li ser dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bide.
Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê jî bang li Tirkiyê kir ku rêzê ji serweriya xaka başûrê Kurdistanê re bigre.
Li gelek bajarên başûr jî dagirkerî hat şermezar kirin.

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk ku ji 23’yê nîsanê ve li dijî Herêmên Parastina Medyayê daye destpêkirin berfireh dibin.

Parlamenterên di nava eniyên cuda yên di parlamentoya Iraqê de têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk bertekên xwe nîşan dan.

Parlamenterê Hevpeymana Fetih Xuzunfer Betîx got ku Tirkiyê bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya netewî nava xaka Iraqê êrîş daye destpêkirin.

Xuzunfer Betîx diyar kir ku ew nava 2 rojên bê helwesta hikumet û parlamentoya Iraqê ya dijî êrîş û destwerdanên Tirkiyê bibînin.

Parlamenter Xuzunfer Betîx diyar kir ku Serokatiya parlamentoyê ji bêdengiya parlamentoyê berpirs e ku divê derbarê mijarê de banga civînek lezgîn ya parlamentoyê bike.

Parlamenterê Iraqî yê ser bi YNK’ê ve jî Fayiq Yezîdî bang li Iraqê kir da ku riyên pêwîst û tund dijî dewleta Tirk bibîne.

Ehmed Xidir: Divê dewlet rêz ji serweriya Kurdistanê re bigirin

Berpirsê Komîteya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê ya Silêmaniyê Ehmed Xidir jî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û got ku divê dewletên din rêz ji serweriya xaka Kurdistanê re bigirin.

Welatiyên Seyîdsadiq a Silêmaniyê li dijî êrîşan banga helwestê li gel kir

Welatiyên navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan da û banga helwestdayînê ji gel kir.

Ciwanên Kerkûkê banga li hikumeta Başûr kirin ku bersivê bide

Ciwanên Kerkûkê jî êrîşên dagirkeriyê ser qadên gerîla şermezar kirin û banga bersivê ji hikûmeta Başûr kir.

Ciwanên Kurd ên li Rûsyayê banga seferberiyê li ciwnana kir

Ciwanên Kurd ên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ser Başûrê Kurdistanê bang li ciwanên Kurd yên hundir û ji derve kir ku bi rengê seferberiyê li dijî dagirkeriyê têbikoşin.

Back to top button