Li Efxanistanê.. Şerekî mezin rû dide û bi hezaran malbat ji malên xwe reviyane

Li gel vekişîna hêzên Amerîkî, şerekî giran di navbera hêzên hikumeta Efxanistan û Tevgera Talîbanê de rû dide û di encamê de bi hezaran Efxan ji malên xwe koç bûn. 

Birêveberê karûbarên koçberan Seyd Mihemed Ramîn ragihand ku piştî rûdana şerekî li derdora bajarê “Leşker Axa” li wîlayeta Hilmind, nêzî hezar malbatî ji malên xwe reviyan.

Li gorî Ramîn, gelek ji van malbatan li çolan mane û gerekdarî alîkariyên lezgîn in.

Di nava 24 saetên dawî de, li heman wîlayetê, komên Talîbanê êrîşin bir ser gelek nuqteyên pişkinînê yên artêşa Efxanî, ango li heman cihê ku berê artêşa Amerîkî lê dima.

Back to top button