Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs ji Ronahî TV re anî ziman ku ev êrîşên dagirkeriyê li dijî destkeftiyên Kurdan in, lewra pêwîstî bi yekrêzî û yekdengiyê li hermberî êrîşan dît. Kamîran Berwarî jî diyar kir ku, Tirkiye dixwaze têkçûna xwe ya Garê derman bike û da zanîn ku di nav de welatiyên Başûr, çeteyên Sûrî jî tevlî êrîşên dagirkeriyê kirine.
Hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Zap, Metîna û Avaşînê ji televizyona me Ronahî TV re axivî û da zanîn ku ew 15’ê Gulanê konferansekê li dar bixin û gelek partî û alî vexwendine.
Karamûs bal kişand li ser armancên êrîşên dagirkeriyê û anî ziman ku ev erîş li dijî hemû destkeftiyên Kurdan e, lewma divê her kes li gorî vê pêvajoyê tevger bike.
Ehmed karamûs: Pêwistî bi yekrêzî û yekdengiyê heye
Li ser haman mijarê Siyasetmedar û akademîsyenê Zanîngeha Duhokê Kamîran Berwarî daxuyand ku dagirkeriya Tirk li Garê û Heftenînê li hemberî gerîlayan têk çû û niha bi vê hewldana dagirkirinê dixwaze birînên xwe derman bike.
Kamîran Berwarî da zanîn ku hewldana dagirkirinê ya Tirkiyê ji Xabûr heta herêma Berwariya, Avaşîn, Zap û Metîna ye û got:
“Ev herêm nêzî 100 KM ye, ji bo ev cih jî bên dagirkirin demek dirêj e Tirkiye amadekiriyên xwe dike.
Kesên tevlî êrîşa dagirkirinê bûne jî, kesin ku berî niha Tirkiyê ew ji vir birine û li ser axa xwe ew perwerde kirine.
Di nava van kesan de, welatiyên herêmê, cerdevanên li Tirkiyê û çeteyên ji Sûriyê hene û ew anîne tevlî êrîşa dagirkirinê kirine.
Jimara wan jî nêzî 400 – 500 kesî ye, ji Bakur û Başûr dixwazin êrîş bikin û xaka Başûrê Kurdistanê dagir bikin.”
Dawiyê Siyasetmedar û akademîsyenê Zanîngeha Duhokê Kamîran Berwarî teqez kir ku siyaseta Kurdan bi yekgirtinekê dikare hemû plan û projeyên dagirkeriyê têk bibe, divê xabatek neteweyî, aştiyane û demokartîk bimeşine.