Sebrî Ok: Tirkiye dixwaze Bakur û Başûrê Kurdistanê ji hev qut bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok destnîşan kir ku bi êrîşên dawî dagirkeriya Tirk dixwaze Bakur û Başûrê Kurdistanê ji hev qut bike, gelê sivîl ji herêmê derxin û Herêmên Parastinê yên Medyayê parçe bike. Ok ji hikumeta Başûr jî xwest ku rê li ber nerazîbûnên gel ên dixwazin li dijî dagirkeriyê derkeve, negirin. 

Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê Sabrî Ok ji Televizyona Stêrk TV re, da zanîn ku bi êrîşên dawî dixwazin Bakur ji Başûr qut bikin.

Dagirkeriya Tirk ji 23’ê Nîsanê ve, qadên Parastinê yên Medyayê daye ber êrîşên xwe, lê derbên giran ji gerîlayan dixwe.

Sabrî Ok bi bîr xist ku êrîşên dagirkeriyê ji 1983’an û vir ve didomin, êrîşên dagirker parçeyekî ”Plana Hêrifandinê” ya sala 2014’an e, di vê planê de ku weke konsepta Srî Lanka ya li ser Tamîlan e, hatiye hazirkirin.

Di vê planê de jî qadên gerîla tim têne bombekirin, gelê sivîl tê derxistin û herî dawî jî çeka kimyewî tê bikaranîn.

Ok diyar kir dagirkeriya Tirk ji êrîşên ser Garê ti encam nestandin, lewma êrîşeke din dane destpêkirin û got:

”Me jixwe texmîn dikir ku piştî Garê bloka faşîst a AKP-MHP’ê wê bi vê êrîşê nemînin û li ser konsepta xwe rawestin.

Jixwe weke me derket, herî dawî êrîşeke berfireh anîn ser Zap, Metîna û Avaşînê.

Armanca wan ji van êrîşan ew e ku Bakur û Başûr ji hev qut bikin, gelê sivîl ji van deran derxînin û qadên Parastinê yên Medyayê parçe bikin.”

Sebrî Ok: Tirkiye hêzê ji bêdengiya hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê digire

Endamê Konseya Rêveberiya KCK’ê anî ziman ku dewleta Tirk bi destûra hêzên navdewletî ev êrîşên dagirker daye destpêkirin, Hikûmeta Iraq bêdeng e û rêveberiya Başûrê Kurdistanê, PDK bi eşkere di nav vî karî de ye ev jî dihêle êrîş ranewestin.

Sabrî OK herî dawî ev bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir:

“Gelê Başûr ku dixwaze li dijî van êrîşan derkeve û şermezar bike, rê li ber wan negirin û asteng nekin, ji ber gerîla mîsogeriya Başûrê Kurdistanê ye û em pê dizanin ku gel çi qasî ji gerîla hez dike.”

Back to top button