Enqere hewl dide têkiliyên xwe bi Misir û Erebistana Siûdî re vegerîne

Dewleta Tirk ku aloziyek aborî, siyasî û dîplomasî dijî, ketiye nava liv û tevgerê da ku têkiliyên xwe bi Misir û Erebistana Siûdî re vegerîne. Şandeyek Tirkiyê li Misirê hevdîtinan pêk tîne. Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî bi telefonê bi qiralê Erebistana Siûdî re axivî.

Dewleta Tirk ku aloziyeke aborî û siyasî dijî, hewl dide têkiliyên xwe yên bi Yekîtiya Ereban re ku zêdeyî 7 salan qut bûne, vegerîne.

Wezareta Karê Derve ya Misirê têkildarî mijarê ragihand ku li Qahîraya paytext şandeyek Tirkiyê, bi armanca lêkolîna nakokiyên navbera herdu welatan, bi nûnerên hikûmeta Miisrê re civiya.

Wezarta Derve ya Misirê bi daxuyaniyekê ragihand ku tê payîn îro jî Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê welêt Hemdî Sened Loza û hempîşeyê wî yê Tirkiyê Sadat Onal li hev rûnin.

Di civînê de, wê nakokiyên di navbera herdu welatan de werin nîqaşkirin; nakokiyên ku ji sala 2013’an de piştî derbeya li dijî Serokê Misirê Mihemed Mursî ku Tirkiyê piştgiriya wî dikir, aloz bûbûn.

Hin rayedar û çavdêrên siyasî yên Misirî bi guman nêzî van tevgerên dewleta Tirk dibin û dibêjin heger dewleta Tirk piştgiriya xwe bi Ixwan el-Mislimîn re qut neke, wê danûstandin bi ser nekevin.

Hêjaye bibîrxistinê ye, alîgirên Ixwan El-Muslimîn ên dijbertiya Misirê dikin, rêxistina xwe di asta herî jor de li Tirkiyê pêk tînin.

Di heman demê de, Tirkiyê dixwaze têkiliyên xwe bi Erebistana Siûdî re jî vegerîne.

Buroya Serokatiya Tirkiyê ragihand ku Serokkomar Erdogan bi rêya telefonê bi Qiralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz re axivî.

Saziyên ragihandinê got ku di nava mehekê de ev cara 2mîn e ku Erdogan bi qiralê Erebistana Siûdî re diaxive.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin ku dewleta Tirk bi armanca zindîkirina aboriya xwe ya têkçûyî, hewl dide têkiliyên xwe bi welatên Ereban re sererast bike.

Back to top button