Misir banga navbeynkariyê li DYA kir

Etyopya ava çemê Nîl ji ser Misir û Sûdanê qut kiriye, vê jî hişt ya dawî xwe bavêje bextê Amerîkayê.

Balyozê Misirê li Waşingtonê Mutez Zehran , diyar kir ku siyaseta dagirtina Bendava Nehdayê ya yekalî ji hêla Etyopyayê de, dê bi xwe re encamên kambax bîne û avê hîna li Misirê kêmtir bike.

Zuhran hişyarî da, ku wê Misir rê nede Etyopyayê yekalî der barê ava Nîl de tev bigere.

Ji bo aramî pêk were û ji bo mijara bendava Nehdayê ku di bin sîwana Yekîtiya Afrîkayê de tê meşandin, Balyozê Misirê banga navbênkariyê li DYA kir.

Back to top button